Rûhanî: Berevaniya ji hakimiyeteka hevgirtî, erka hemî welatan û qewm û etnîkên navçê ye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê li hevdîtina bi serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê diyar kir: Berevaniya ji hakimiyeta hevgirtî, erka hemî welatan û qewm û etnîkên navçê ye.
Li gorî rapora IRNA`yê, Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, tim piştgiriyê dide Iraqa hevgirtî û yekperçe û destnîşan kir: Berevanuiya ji hakimiyeta hevgirtî û tesbîtkirina sînorên navçê, erka hemî welatan û qewm û etnîkên li navçê ye û bêşik qawet û hêzên dervey navçê, dilsojê xelkê vê nvçê nebûne û dê nebin jî.
Rûhanî bal kişand ser peywendiyên dîrokî û bingehîn ên Komara Îslamî ya Îranê tev kurdên Iraqê û diyar kir: Divê ji bo xurtkirina zêdetir a peywendiyên dostane yên du gelên Îran û Iraqêhemî hewlana xwe bi kar bînin.
Serokkoma bal kişand ser vê yekê ku Herêma Kurdistana Iraqê wek beşeke giring ji vî welatî, rola û berpirsiyariyeka giring li xurtkirina aramî û ewlehiya Iraqê heye û destnîşan kir: Aramî û ewlehî, pêwîstiya gihêştina bi geşatî û tenahiyê ye û nabe bihêlin ku ev aramî û ewlehiya li welatên navçê bi her mehneyê were lawazkirin.
Dr. Rûhanî bal kişand ser rola hin qawetan ji bo ku li hember ewlehî û aramiya navçê pirsgirêkan derxînin û her wiha ser xurtkirina hevkariyên navçeyî sekinî û got: Bêguman qawet û hêzên dervey navçê, dilsojê xelkê navçê nebûne û nabin jî û tenê li dû bidesxistina berjewendiyên xwe yên demdirêj in.
Rûhanî di eynî demê de teqez kir ku hemî qewm û etnîkên welatên navçê û ji wan kurdên Iraqê divê li çarçoveya qanûna bingehîn û yekperçetiya erdê van welatana mafên xwe yên rewa û qanûnî bi dest bixin.
Serokkomarê Îranê her wiha bal kişand ser amadetiya sermayedanerên îranî ji bo beşdariya li planên geşatiyê yên Herêma Kurdistana Iraqê û pêşewaziya ji baziranên kurd ên iraqî ji bo beşdariya ktîv li bazara Îranê û got: Em daxwaza Îran û Iraqeka avedantir û geştir û eva ser qezanca hemî gelên navçê ye.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê jî li vê hevdîtinê ku têde Qubad Celal Talibanî, alîkarê serokwezîr û komek ji rayedarên herêmê beşdar bibûn got: Em tim daxwaza Iraqeka hevgirtî û yekperçe dikin û em bawer in ku divê hemî alî ser qanûna bingehîn bisekinin û li çarçoveya qanûna bingehîn pisrirêkan çareser bikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê ji piştgiriyên Îranê ji gel û dewleta Iraqê bi taybet Herêma Kurdistana Iraqê li hember êrişa terorîstên koma DAIŞ`ê spasî kir û destnîşan kir: Em tim qedrê alîkariyên Komara Îslamî ya Îranê ji bo gelê Iraqê li vî şerî digrin.