Çile 20, 2018 21:13 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî giheşte Têhranê

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê piştî hevdîtina digel Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li Bexdayê, seredana xwe ya Îranê destpê kir.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê giheşte Têhranê. Qubad Talebanî alîkarê serokwezîr, Fuad Hisên serokê nivîsgeha Mesûd Barzanî û Evdila Akreyî berpirsê peywendîyên Herêma Kurdistana Iraqê digel Îranê digel Barzanî hatine Têhranê. 

Evdila Akreyî rêvebirê giştî yê peywendîyên Kurdistana Iraqê digel Îranê li hevpeyvîna digel ajansa nûçan a IRNA`yê raghiand: Biryar e ku Nêçîrvan Barzanî li seredana xwe ya sibê bo Têhranê digel Hesen Rûhanî serokomar, Elî Larîcanî serokê meclisê û hin berpirsên pilebilind ên Komara Islamî ya Îranê re hevdîtin û gotûbêjê bike.

Evdila Akreyî herwiha got: Li hevdîtinên Barzanî digel rayedarên Îranê ku Qubad Talebanî alîkarê Barzanî jî dê amade bibe, vekirina sînorên rojavaya Îranê û rêyên berfirekirina peywendîyan û hevkarîyên sîyasî, aborî û ticarî werin hilkolandin.

Vî rayedarê kurd ê iraqî got: Seredana Nêçîrvan Barzanî bo Têhranê li gorî nêrîna Hewlêrê girîng e.

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê îro herwiha digel Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li Bexdayê hevdîtin pêk anî û her du alîyan li bara alûgurên vê dawîyê yên Herêma Kurdistanê û qeyrana di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin.