Çile 20, 2018 15:59 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî tê Têhranê

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê dê seredana Têhranê bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Şebistanê, biryar e ku Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê seredana Têhranê bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê dê sibê bigihêje Têhranê û bi hejmarek rayedarên îranî re gotûbêjê bike.

Qubad Talebanî alîûkarê serokwezîrê Herêma Kuridstana Iraqê jî li vê seredanê yê digel Barzanî be. Nêçîrvan Barzanî yê têkildarî meseleyên sîyasî, aborî, ewlehî û çandî bi berpirsên Komara Islamî ya Îranê re gotûbêjê bike.

Serkunsolê Komara Islamî ya Îranê li Hewlêrê gotîye ku hevparîya çandî û dîrokî û sînorên hevpar û piştgirîya cidî ya Komara Islamî ya Îranê ji gelê kurd di warê têkoşîna dijî Sedam û DAIŞ`ê de û hewandina bi sedan hezar awareyên iraqî di dewrên buhurî û dermankirina birîndarên kîmyewî yên Helebçê li Îranê û peywendîyên baş di navbera her du alîyan de, ji bîrewerîyên baş ên gelê kurd ê Iraqê têkildarî Îranê ne.

Ev seredana yek ji nîşanên ber bi başbûnê yên peywendîyên di navbera Têhran û Hewlêrê de ye.