Kanûn 17, 2017 19:46 Asia/Tehran
  • Amadetiya Airbus, Boeing û ATR`ê bona dabînkirina faynansa firokeyên nû yên Îranê

Serokê Saziya Firokevaniya Neteweyî ya Îranê got: `Kompaniyên Airbusa Fransê, ATR`a Franse-Îtalya û Boeinga Amerîkayê ji bo dabînkirin afaynansa malî ya firokeyên nû yên Îranê amadetiya xwe ragihandine``.

Li gorî rapora IRNA`yê, Serokê Saziya Firokevaniya Neteweyî ya Îranê, Elî Abidzade li kêleka duyemîn nîşangeha navneteweyî ya veguhestinê li Têhranê her wiha got: Kompaniyên çêkirina firokeyan ên aliyê biryarnama bi Îranê ra ragiahndine ku beşek ji kirrîna firokeyan dê ji hêla malî va dabîn bikin``.

Abidzade got: ``IRAN AIR bi azadkirina nirxa xizmetên esmanî li beşa veguhestina rêwiyan rewşa munasib ji bo sermayedanîna pişka sivîl li pêşeya veguehstina esmanî ya Îranê dabîn kiriye û pişka sivîl bi awayekî ciddî li vî warî da dixebite``.

Li ser esasa vê raporê, Saziya Firokevaniya Neteweyî ya îranê biryarnameya kirrîna sed heb firokjeyan ji Airbusê û 80 heb firokeyan ji Boeingê û 20 firokeyan ji Kompaniya ATRî wajo kiriye ku heta niha 9 heb ji van firokeyan hatine radestkirin.