Mijdar 24, 2017 14:00 Asia/Tehran
  • Pêşnimêjê nivêja înîyê yê Têhranê: Bidawîhatina DAIŞ`ê, işkesta birezalet a Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst bû

Pêşnimêjê nivêja înîyê yê Têhranê hilweşîn û têkçûna koma têrorîst a DAIŞ`ê ``işkesta birezalet`` a Amerîka, Israîl û sîyonîzma navnetewî bi nav kir.

Hucet ul islam Kazim Sêdîqî herwiha got: Cinayetên ku li hemî dîrokê hatine kirinê, DAIŞ`ê di cihekê de kirin û xirabkirina mizgevtan, kuştina mirovên bê guneh, serjêkirin û bi saxî şewitandina mirovan, pişkek ji cinayetên vê koma rezîl û şeytanî bûn.

Pêşnimêjê nivêja înîyê yê Têhranê rêvebirîya hişmenda ya rêberê giranqedir ê inqilabê hezretê ayetulah Xaminêyî, rola bibandor a ayetulah Sîstanî merceê bilindqedir ê şîeyên Iraqê, fermandetîya bêhempa ya serdar serleşker Qasim Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî, bawerî, cehad û şehadetxwazîya hêzên gelanî yên Iraq û Sûrîyê, dewletên van du welatana û piştgirîya rayedarên îranî ji dewletên Şam û Bexdayê ji hokar û faktorên serketina li hemberî DAIŞ`ê zanîn.

Hucet ul islam Kazim Sêdîqî bi gotina vîya ku dijmin hela jî bi dû tirsandina welatan ji Îranê ne, got: Dijmin bi saya tirsandina welatan ji Îranê lê digerin derbê li Nizama Komara Islamî ya Îranê bidin lê, Nizama Komara Islamî ya Îranê roj bi rojê xuttir dibe.

Pêşnimêjê nivêja înîyê yê Têhranê herwiha bal kişand ser Hefteya Besîcan li Îranê û Besîc sebola xizmeta bo gel, wêrekî, egîtî û fidakeîyê bi nav kir û got: Gelê Yemenê morala besîcîyan heye û bi vê vîn û moralê yê li hemberî Erebistanê serkevtî bibe.