Mijdar 24, 2017 12:26 Asia/Tehran
  • Sêper tevlî hêza deryayî ya artêşa Îranê dibe

Fermandeyê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamiya Îranê got: Gemiya cengê ya mûşekavêj a Sêperê, wê rojên dahatî tevlî hêza deryayî ya artêşa Îranê bibe.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a MEHR`ê, Hisên Xanzadî, roja îniyê li Gorganê (bakûrê Îranê) herwiha got: Behra Xezerê, behra aştî û dostiyê ye û pênc welatên ku derdora vê behrê ne, bi dû pêkanîna ewlehiya komkî ne.

Fermandeyê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamiya Îranê, got: Yek ji bernameyên herî girîng ên hêza deryayî, pêkanîna ewlehiyê li navçeyên deryayî yên bin hakimiyeta Komara Îslamiya Îranê ye.

Deryadar Xanzadî, herwiha dabînkirina ewlehiyê li deryayên cînar û deryayê azad bi hevkariya welatên navçê û dabînkirina ewlehiya xetên deryayî yên gihîştinê ku li aboriya Îranê bibandor in, ji bernameyên din ên hêza deryayî ya artêşê dan zanîn.