Mijdar 24, 2017 08:18 Asia/Tehran
  • Alîkarîyên gelê Iraqê ji bo mexdûrên erdheja Kirmanşanê hatin şandin

Qayimeqamê Qesir Şirînê li parêzgeha Kirmanşanê li rojavaya Îranê ragihand ku alîkarîyên gelê deverên bakûra Iraqê ji bo mexdûrên erdheja li bajarên Serpol Zehab û Qesir Şirînê giheştin.

Feramerz Ekberî li rex hevdîtina digel desteya civatên gelanî ya Iraqê li hevpeyvîna tev nûçegihanê ajansa nûçan a IRNA`yê herwiha got: Alîkarîyên hanê bi 16 kamyonan ku xwarek, kinc, alavên malê, petû û wsîleyên pakijîyê digirin ber xwe, hatine şandin.

Qayimeqamê Qesir Şirînê herwiha got: Ew alîkarî ji alîyê deste û nunerên civatên gelanî yên deverên bakûra Iraqê ve bi rêya sînorê Pervîzxanê roja pêncşemê derbasî Qesir Şirînê hatin kirin.

Erdhejeke bi giranîya 7.3 rîştêrî di 12`ê Mijdarê de deverên rojavaya Îranê hejandin. Di encamê de heta niha 444 kesî canê xwe ji dest dane û 12 hezar û 386 kes jî birîndar bûne.