Mijdar 23, 2017 13:25 Asia/Tehran
  •  Hevdîtina sekreterê giştî yê Civata Cîhanî ya Hişyariya Îslamî tev serokê Partiya Seadet a Tirkiyê

Sekreterê giştî yê Civata Cîhanî ya Hişyariya Îslamî li hevdîtina tev serokê Partiya Seadeta Tirkiyê got:`` Îran û Tirkiye wek du welatên bihêz li cîhana îslamê erkeke giran li xurtkirina yekitiya misilmanan hene``.

 Li gorî rapora  IRIB News`ê, Elî Ekber Wilayetî berêvariya roja çarşemiyê li hevdîtina  Temel Karamalaoglu serokê partiya Îslamxwaz a Seadeta Tirkiyê li kêleka  Civîna Chanî ya Hogirên  Binemala paqij a Pêxember (S) û Mijara Tekfîriyan li Têhranê bal kişand ser berfirehkirina  hevkariyên  navbera Îran û Tirkiyê li hemî waran û got: ``Bi hevkarî û hewahengiya  du welatan, piraniya pirsgirêkên  welatên misilman ên navçeyê  dikarin çareser bibin``.

 Wilayetî bal kişand ser rola wehabiyetê li têkçûna  kiraltiya  usmaniyan û got: ``DAIŞê li dû raberkirina  rûvekeke kirêt ji Îslamê li ber raya giştî ya  cîhanê bû``.

 Temel Karamaloglu serokê partiya Seadeta Tirkiyê jî li vê hevdîtinê ji lidarxistina  Civîna Chanî ya Hogirên  Binemala paqij a Pêxember (S) û Mijara Tekfîriyan li Îranê sipasî kir û bal kişand ser roal taybet a Komara Îslamî ay Îranê li nav 60 welatên misilman û got: ``Em hêvî dikin Îran jibo yekitiya cîhana  Îslamê pêngavên bingehîn rake``.

 Sekreterê giştî yê Civata Cîhanî ya Hişyariya Îslamî di dewamê da jî hevdîtinên dualî yên xwe li yekim  roja Civîna Chanî ya Hogirên  Binemala paqij a Pêxember (S) û Mijara Tekfîriyan tev şêx Selahedîn  Ozgundûz rêberê şîeyên  Tirkiyê hevdîtin û gotûbêj kir. Li vê hevdîtinê her du alîyan her wiha  li bara  alûgorên  navçê şêwirîn.

 Civîna Chanî ya Hogirên  Binemala paqij a Pêxember (S) û Mijara Tekfîriyan roja çarşemiyê bi beşdariya 500 ramanwerên cîhana Îslamê li Têhranê karê xwe destpê kir.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, li vê civîna durojî 500 kes ji aliyên  şîe û sunneyan ji 94 welatên cîhanê û nêzîkî 250 kes ji alimên şîe û sunne ji Îranê li bara çawaniya  yekitî û hevdengiya zêdetir a misilmanan jibo rawestana  li ber komployên  li dijî îslamê behs û gotûbêjê dikin.