Rûhanî vegeriya Têhranê
Serokê Komara Îslamî ya Îranê vê sibê piştî beşdariya li civîna sêalî ya rayedarên Îran, Rûsiye û Tirkiyê li Sûçiya Rûsiyê vegeriya Têhranê.
Civîna sêalî ya rayedarên Komara Îslamî ya Îranê, Rûsiyê û Tirkiyê bi armanca hilkolandina rewşa Sûriyê û pêkanîna rêçareyekê bo kutakirina qeyrana vî welatî hat lidarxistin.
Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, Viladîmîr Putîn, serokkomarê Rûsiyê û Receb Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê berêvariya roja çarşemiyê piştî vê civînê li daxûyaniyeke hevpar cardinê bal kişand ser hakimiyet, xweserî û yekperçetiya erdê Sûriyê û li hev kirin da ku işkesta dawiyê ya komên terorîstî hevkariya wxe bidomînin.
Serokkomarên sê welatan li hev kirin ku sûrî alîkariyê bidine vegerandina yekitiya welêt û bidestxistina rêçareyeke siyasî jibo vê qeyranê ji riya pêvajoyeke sûrî-sûrî ya giştalî, azad, dadmendane û zelal ku bibe sedema amadekirina qanûna bingehîna bi piştgiriya gelê Sûriyê û hilbijartinên azad û dadmendane û bi beşdariya hemî gel bin çavdêriya guncaw a NY.
Rûhanî roja çarşemiyê li Sûçiyê her wiha tev Viladîmîr Putîn û Receb Teyib Erdogan cida hevdîtin pêk anî û gotûbêj kir.
Li hevdîtina Rûhanî û Erdogan her dualî ser bikaranîna herîzêde ya hêz û zirûfên heyî li çarçoveya jordebirina têkilî û berfirehkirina hevkariyên dualî, navçeyî û navneteweyî tekez kirin.