Daxûyaniya dawiyê ya civîna Sûçiyê
Serokkomarên Îran, Rûsiye û Tirkiyê li daxûyaniyeke hevpar, cardinê bi piştrsatkirina hakimiyet, xweserî, yekitî û yekperçetiya erdê Sûriyê li hev kirin ku heya işkesta dawiyê ya komên terorîstî hevkariya bi hev re bidomînin.
Li gorî daxûyaniya hevpar ku duh berêvarê û li dawiya civîna Sûçiyê ji aliyê Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, Viladîmîr Putîn, serokkomarê Rûsiyê û Receb Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê va hat wajokirin, her sê welatan kêfxweşiya xwe li bara asta hewahengiya sêalî ya niha jibo parastin û xurtkirina agirbesê li Sûriyê dan xûyakirin ku sê welatên Îran, Rûsiye û Tirkiyê wê garatntî dikin.
Serokkomarên Îran, Rûsiye û Tirkiyê li hev kirin ku sûrî alîkariyê bidine vegerandina yekitiya welêt û bidestxistina rêçareyeke siyasî jibo vê qeyranê ji riya pêvajoyeke sûrî-sûrî ya giştalî, azad, dadmendane û zelal ku bibe sedema amadekirina qanûna bingehîn a bi piştgiriya gelê Sûriyê û hilbijartinên azad û dadmendane û bi beşdariya hemî gel bin çavdêriya guncaw a NY.
Rûhanî, Pûtîn û Erdogan ji nunerên dewleta Sûriyê û dijberên ku xwe li hember hakimiyet, serbixwetî, yekitî û yekperçetiya erdê û parçenebûna Sûriyê berpirsiyar dizanin, daxwaz kirin ku li kongira gotûbêja neteweyî ya Sûriyê ku li pêşerojeke nêzîk li Sûçiyê tê lidarxistin, bi awayekî kêrhatî beşdariyê bikin.
Serokomarên Îslamî ya Îranê, Rûsiye û Tirkiyê her wiha ji endamên elaqimend ên civaka navneteweyî xwestin ku bila piştgiriyê bidine pêvajoya kêmkirina aloziyê û damezrandina aramiyê li Sûriyê û her wiha şandina alîkariyên zêdetir jibo gelê Sûriyê û hêsankariya jibo pûçkirina mayînan, parastina mîrata çandî û avedankirina jêrxayenên aborî û civakî.