Mijdar 20, 2017 11:59 Asia/Tehran
  • Rêberê giranqedir ê inqilabê: Bila berpirs hewldanên xwe li derverên erdhejlêketî duberanber bikin

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî vê sibê dema seredana deverên erdhejlêketî li Serpol Zehaba Kirmanşanê pêgirî kir: Bila berpirs hewldanên xwe dubernaber bikin û em bi vê astê qanih nînin.

Hezretê ayetulah Xaminêyî, rêberê giranqedir ê inqilaba islamî got: Berpirs nemaze di hin waran de bi dû vê erdhejê karên baş û geş kirin û hewl dan û di sietên destpêka vê bûyerê de, artêş li bajêran û Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî li gundan bi amadebûna bibandor, çûne hawara mexdûran lê ez bi vê asta hewldanan qanih nînim û divê berpirsên pişkên curbicur hewldan û têkoşîna xwe duberanber bikin.

Hezretê ayetulah Xaminêyî ji gelê re got: Min gellekî hez dikir di dema şabûna dilan û geşatîya jîyanê de seredana bajarê we gelê dilovan û bawefa bikim ne di rewşekê de ku hûn tûşî xem, bela û karesateke wiha giran bûne.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî bal kişand ser berxwedan û fidakarîya gelê parêzgehaq Kirmanşanê di dewrana berevanîya pîroz de û got: Eva cara yekem nîne ku bajarê we gelê bihedar û dilovan û bajarên derdora wî tûşî pirsgirêkên bi vî rengî bûne belkî we di dewrana şerê sepandî de jî camêrtî, berxwedan û pehlevanî li hemberî derd û êşan nîşan da û hûn ê roja îro jî wan nîşan bidin.

Hezretê ayetulah Xaminêyî herwiha got: Mirovên mezin û egît li hemberî bûyeran disekinin û wan bi vîna xwe ditewînin, lewma herçend ku erdhej, bela û karesateke mezin e ku bi kavilkirinê her kesî xembar û mexdûr dike lê hema ev erdheja dikare di encama berxwedan û hewldana gelê ji bo vejîyandin û avakirinê dikare bibe neimetekî mezin.

Rêberê giranqedir ê inqilabê herwiha got: Vê bûyerê gelê Îranê livand û gel li hemî deverên welêt bi vê hestê ku dilê wan li Kirmanşanê ye û deyndarê Kirmanşanê ne, bi qasê ku karîn, erka xwe ya gîhandina alîkarîyê cih anîn.

Seredana rêberê giranqedir ê inqilabê ya hin deverên erdhejlêketî li Serpol Zehabê didome.