Mijdar 19, 2017 19:46 Asia/Tehran
  •  Zerîf: Ev gotina Erebistanê ku Îranê bi têkbirina ewlehiyê tawanbar dike, pûç e

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Erebistan bi xwe terorîstan tehrîk dike û şerê Yemenê birê xistiye vêça eva ku Îranê bi têkbirina ewlehiyê tawanbar dike, tiştekî pûç û komîk e.

 Muhemed Cewad Zerîf berêvara roja yekşemê li Twittera xwe de nivîsî: Eva tişteke komîk û pûç e ku paşatiya Erebistana Siûdî, li halekê Îranê bi têkbirina aramiyê tawanbar dike ku hema bixwe terorîstan tehrîk dike û li Yemenê şêr birêxistiye û Qeter xistiye tecrîdê û qeyrana  li Lubnanê pêk aniye.

 Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha li bara civîna  sê alî ya wezîrên karên derve yên Tirkiye û Rûsiyê li Antalyayê nivîsî: Îran bi Tirkiye û Rûsiyê re jibo berfirehkirina agirbesa ku li Sûriyê pêk hatiye, hevkariyê dike.

 Zerîf her wiha got: Îran, Tirkiye û Rûsiyê jibo gotûbêja  tam û tekûz navbera aliyên sûrî amade dibin.

 Civîna  wezîrên karên derve yên  Îran, Rûsiye û Tirkiyê, welatên garantîkirê agirbesê li Sûriyê, roja yekşemiyê bi armanca şêwirîna  li bara qeyrana  Sûriyê li bajarê Antalyayê li başûrê Tirkiyê hat lidarxistin.