Mijdar 19, 2017 18:05 Asia/Tehran
  •  Larîcanî: Mesela sereke ya xelkê erdhejlêxistî, bicihkirina demkî û avedankirina malan

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li sefera navçên erdhejlêxistî yên parêzgeha Kirmaşanê li rojava Îranê got: Mesela sereke ya xelkê zirardîtî ji ber erdhejê li qonaxa ewil, bicihwarkirina demkî û piştre avedankirina avahiyan e.

 Elî Larîcanî, roja yekşemê piştî seredana  navçên erdhejlêxistî yên parêzgeha  Kirmaşanê li nav koma xelkê erdhejlêxistî yê bajarê Serpolzehabê hazir bû û got: Kon û xîvet û îmkanatê seretayî heta asteke  zêde hatine dabînkirin û belavkirin, lê kêmasiya  navçeyên erdhejlêxistî ji babet meselên tendrustiyê divê werin çareserkirin û bi zûtirkê îmkanat û xizmetên tendrustiyê yên pêdivî jibo xelkê navçê  werin dabînkirin.

 Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku  karê avedankirin û çêkirina malên kavilbûyî divê bi zûtirkê destpê bibe û got: Li vê barê, meclisa şêwra Îslamî ya Îranê jî amadetiya tam jibo hevrêtî û hevkariya  tev dewletê li warê xizmetgîhandina  pêkan bo xelkê erdhejlêxistî  li parêzgeha Kirmaşanê heye.

 Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê vê sibê seredana  navçên  erdhejlêxistî yên parêzgeha Kirmaşanê kir û li bajarê Ezgeleyê yanê navenda erdhejê û ji nêzîk ve bi xelkê erdhejlêxistî yê vî bajarî re hevdîtin û gotûbêj kir.

 Serdar serleşkir Muhemedelî Ceferî, fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî û emîr serleşkir Ebdulrehîm Mûsewî, fermandê artêşa Komara Îslamî ya Îranê jî vê sibê jibo seredana dubare ji navçeyên erdhejgirtî gihêşt Kirmaşanê.

 Erdhejeke 7.3 rîşterî, yekşemiyê buhurî, 12 Mijdarê, navçên curbicure rojava Îranê hejand û li encama vê erdhejê, 436 kesan canê xwe ji dest dane û 10 hezar û 203 kes birîndar bûne.