Mijdar 19, 2017 09:54 Asia/Tehran
  • Zerîf berê xwe da Tirkiyê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê êvara Sêşemiyê di serê desteyekê Têhran terikand û berê xwe da Tirkiyê.

Li gorî rapora IRNA`yê, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf biryar e îro anku Yekşemiyê li civîna sêalî ya wezîrên karên derve yên Îran, Tirkiye û Rûsiyê (Welatên misogerkirê agirbesê li Sûriyê) li bajarê Antalyayê beşdariyê bike.

Civîna karzanên bilind ên sê welatan jî duh Şemiyê li Têhranê hat lidarxistin.

Serokomarên Îran, Tirkiye û Rûsiyê jî dê roja Çarşemiyê, 22`ê Mijdara 2017an, li bajarê Sûçiya Rûsiyê derheq dawîn guhertinên Sûriyê gotûbêj bikin.

Heta niha heft dorên gotûbêjên di asta bilind da li Astaneya paytexta Qezaqistanê bi beşdariya desteyên dewleta Sûriyê, dijberên çekdar ên ku peymana Agirbesa giştalî qebûl kirine û welatên Îran, Rûsiye û Tirkiyê wek misogerkirên Aştiyê li Sûriyê hatine lidarxistin.

Encama sereke ya van gotûbêjan pêkanîna navçeyên kêmkirina kêşeyan li Sûriyê bûye.

Ev gotûbêj bi dahêneriya Komara Îslamî ya Îranê û hevkariya Rûsiye û Tirkiyê bi merema pêkanîna aştî û tenahiyê li Sûriyê hatiye lidarxistin.

Qeyrana  Sûriyê ji sala 2011`an va bi êrişa berfireh a grûpên terorîstî yên ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên  wan, ji wan Tirkiyê tên piştgirîkirin, jibo guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêra Rêjîma Siyonîst destpê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêêzn Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîn ku derbên giran li têrorîstan xînin.