Mijdar 18, 2017 18:49 Asia/Tehran
  • Sersaxiya jiber salvegera şehadeta Îmam Riza (s)

Sibê yekşemiyê 30`ê meha Sefera sala 1439`an a Koça Heyvî beranberî 19`ê Mijdara 2017`an, salvegera şehadeta hezretê îmam Riza (s), îmamê heştemîn ê şîeyên cîhanê ye.

Hezretê Îmam Riza (s) di sala 148`an a Koça Heyvî, li bajarê Medînê hate dinê û li dawîn roja meha Sefera sala 203`an  a Koça heyvî, şehîd bû.

Dewra jiyan û îmameta hezretê Îmam Riza (s), dewra zêdebûna meyla xelkê bi ehlê beyta Pêxemberê hêja (silavên Xwedê lê bin) û berfirehbûna heskiriyên malbata pêxemberê hêja bû.

Bi zêdebûna heskirina îmamê heştemîn ê şîeyên cîhanê ji aliyê xelkê va, Meimûn, xelîfê Ebasî, bi pîlandarêştinê, ew bijehr kir û Îmam Riza (s) şehîd bû.

Xelkê Îrana Îslamî li şev û roja salvegera şehadeta hezretê îmam Riza (s), bi amadebûna li husêyniye, mizgevt, bargeha wî ya paqij li Meşhedê li bakûrê rojhilata îranê û bargeha paqij a hezreta Meisûme (s) li bajarê pîroz ê Qumê, tazîdarî dikin.

Radyo û televîzyona Komara îslamiya Îranê, gihîştina salvegera şehadeta hezretê Îmam Riza (s), sersaxiyê dibêje hemî misilmanana û azadîxwezên din ên cîhanê.