Mijdar 18, 2017 17:51 Asia/Tehran
  • Banka Sipeh a Îranê: Îdiaya boykotkirina Banka Sipehê li Almanê derew e

Serokê dayira giştî ya karûbarên navneteweyî ya Banka Sipeh a Îranê, îdiaya boykotkirina vê bankê ji aliyê Almanyayê va red kir û ragihand, çiqa Banka Sipehê li bajarê Firankfortê ya Almanyayê, di roja îniyê de zêde ji 52 mîlyon yoroyî, karûbarên veguhestina pereyan kirine.

Li gorî rapora IRNA`yê, Emîr Hisênî, roja şemiyê bal kişande ser vê yekê ku Banka Sipeh a Îranê  bi rayedarên bankên dewletî yên Almanyayê re peywendiyên baş hene û herwiha got çalakiya Banka Sipehê li wî welatî ber bi zêdebûnê ve diçe.

Rojnama Siyonîst a Cirûzalim Post`ê roja îniyê ji zarê Sabîn Raymêrê (Sabine Reimer), berdevkê Saziya Çavdêriya pereyî ya Federal a Almanyayê, îdia kiribû çiqa Banka Sipeha Îranê li Firankfortê jiber binpêkirina kirêdîtê ya Almanyayê boykot bûye.

Banka Sipeh ji wan bankên îranî ye ku piştî cihhatina Lihevkirina Navokî, bi biryarnameya Konseya Ewlehiyê ya Rêxistiya Neteweyên Yekgirtî (NY), ji lîsteya boykotên zalimane yên welatên rojavayî derket.

Li gorî Lihevkirina Navokî ya di navbera îranê û koma 5+1`ê de, nabe ku tu pirsgirêkek li peywendiyên aborî û bankî yên Komara îslamiya Îranê bi aliyên derveyî re pêk were.