Sêyemîn dewra gotûbêjên Îran û YE`yê li Isfehanê destpê dibe
Sêyemîn dewra gotûbêjên di asta bilind ên Îran û YE`yê de bi mijara ``hevkarîyên navokî, pêşketin û panorama`` yê li Isfehanê li navenda Îranê bê lidarxistin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, ev dewra gotûbêjên Îran û YE`yê yê bi amadebûna Hêlga Şmît alîkara berpirsa sîyaseta derve ya YE`yê, Ebas Iraqçî alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê û Bêhrûz Kemalvendî berdevkê Sazîya Ênêrjîya Atomê ya Îranê ji roja sêşem 21`ê Mijdarê ve mideha 2 rojan li Isfehanê destpê bibe.
Îran û YE`yê piştî cihanîna rêketinama navokî hevkarîyên nû di çarçova gotûbêjên di asta bilind de kifş kirine.
Heta niha du dewrên gotûbêja di navbera Îran û YE`yê de li Têhran û Brûksêlê hatine lidarxistin.
Mafên Mirovan, ênêrjî, ticaret, hevkarîyên darayî û bankî, jîngeh, têkoşîna li hemberî madeyên hişber û meseleyên navçeyî yên wek qeyrana Sûrîye, Iraq û Yemenê ji mêhwerên van gotûbêjan in.