Mijdar 18, 2017 12:23 Asia/Tehran
  • Wilayetî têkildarî destwerdana li karên Îranê hişyarî da Mekron

Rawêjkarê rêberê giranqedir ê inqilabê li karên navnetewî pêgirî kir: Destwerdana serokomarê Fransayê li mijara mûşekî ya Îranê, ser xêra Parîsê nîne.

Elîekber Wilayetî îro li hevpeyvîna digel nûçegihanê IRIB NEWS`ê, bi rexnegirtina ji helwesta vê dawîyê ya dijî Îranê ya Êmanoêl Mekron (Emmanuel Macron) serokomarê Fransayê got: Destwerdana Parîsê li mijara mûşekî û babetên istiratêjîk ên Komara Islamî ya Îranê bilî sistkirina hitbara dewleta Fransayê li cem Komara Islamî ya Îranê encameke din tineye.

Rawêjkarê rêberê giranqedir ê inqilabê li karên navnetewî pêgirî kir ku Îran ji bo mesele û plana xwe ya berevanîyê ji kes û welatên din îznê wernagire û got: Heke Fransa xwazyarê peywendîyên ber bi pêş digel Îranê ye divê destwerdanê li karên Îranê neke ji ber ku eva berovajî berjewendîyên netewî yên Fransayê ye.

Wî pêgirî kir: Bersiva Îranê li hemberî daxwaza Fransayê têkildarî bernama mûşekî ya Îranê bêguman Na ye û heta ji sedî 1 jî hitmal tineye Têhran bersiva Erê li hemberî daxwazekê bide ku hilgirê destwerdana li karên navxweyî yên Îranê be.

Êmanoêl Mekron duh li civîna YE`yê li Gotenbrga Swêdê xwest ku istiratêjîya Îranê ya têkildarî bernama mûşekî ya Balêstîk bê zelalkirin. Mekron herwiha idia kir: Îran divê sîyaseteke kêmêrişkirinê li navçê bigire ber xwe.