Mijdar 18, 2017 09:55 Asia/Tehran
  • Fermandarê hêza bejayî ya artêşa Îranê: Hawargiheştin û alîkarîya bo mexdûrên erdhejê didome

Fermandarê hêza bejayî ya artêşa Komara Islamî ya Îranê got: Di şeşemîn şeva bûyera erdheja li rojavaya Îranê, gîhandina alîkarîyan ji hêla artêşê va bi belavkirina pêwîstîyan li gundan û dabînkirina ewlehîya herêmê berdewam bû.

Sertîp Kîyûmers Hêyderî şeva buhurî bi gotina vîya ku hêzên artêşa Îranê gîhandina alîkarîyan bo mexdûrên erdhejê erka xwe ya şerî dizanin, pêgirî kir: Şandina xêvetan û xarekê pişkek ji gîhandina alîkarîyan in lê, li gorî sarbûna hewayê di rojên pêş de girîngtir ji her tiştî naylon, rayêx û alavên germkirinê pêwîst in.

Fermandarê hêza bejayî ya artêşa Îranê herwiha got: Pêkanîna ewlehîyê pişkek din a alîkarîya bo mexdûrên erdhejê ye ku hêzên taybet hatine organîzekirin û li deverên curbicur ên erdhejlêketî li rojavaya welêt bi cih bûne.

Ji hêla din ve, Seîd Moimênî rêvebirê dayra gîhandina gazê ya Îranê bal kişand ser gîhandina gazê bo hin cihên giştî li bajarên wek Qesir Şirîn, Selas Babacanî, Ciwanro û Serpol Zehabê û ragihand ku pêvajoya gîhandina gazê bo malên mexdûrên erdhejê li derverên rojavaya Îranê hatîye lezgînkirin ku heta roja înîyê 17`ê Mijdarê 500 mal li Serpol Zehabê û 800 mal li devera Selas Babacanî li parêzgeha Kirmanşanê tevlî şebekeya sûdwergirtina ji gazê bûne.

Erdhejeke bi giranîya 7.3 rîştêrî yekşema buhurî şevê hin deverên rojavaya Îranê hejandin. Di encamê de heta niha 436 kesî canê xwe ji dest dane û 10 hezar û 203 kes jî birîndar bûne.