Mijdar 18, 2017 09:04 Asia/Tehran
  • Kutabûna opêrasyona hawargiheştin û rizgarkirinê li parêzgeha Kirmanşanê

Parêzgarê Kirmanşanê ragihand ku opêrasyona hawargiheştin û rizgarkirinê li vê parêzgeha erdhejlêketî bi dawî bû.

Hûşeng Bavend parêzgarê Kirmanşanê şeva buhurî herwiha got: Piştî opêrasyona hawargiheştin û rizgarkirinê, niha qonaxa bicihkirina awarte ya mexdûran e û gîhandina xizmetan bo gelê erdhejêketî jî didome.

Parêzgarê Kirmanşanê herwiha got: Ev parêzgeha piştî erdhejê 450 carî hejîyaye û piştî kutabûna wan paşlerizînan, meseleya bicihkirina awarte ya mexdûran jî yê çareser bibe.

Piştî kutabûna opêrasyona hawargiheştin, rizgarkirin û rakirina kavilan, meseleya jinûve avakirina malan li deverên derhejlêketî li rojavaya Îranê yê bi zûtirkê li piratîkê cih bê.

Erdhejeke bi giranîya 7.3 rîştêrî yekşema buhurî şevê hin deverên rojavaya Îranê hejandin. Di encamê de heta niha 436 kesî canê xwe ji dest dane û 10 hezar û 203 kes jî birîndar bûne.