Dewama peyamên hevderdiya rayedarên ewrûpî tev ziyandîtiyên ji ber erdhejê li rojava Îranê
Bi derbasbûna pênc rojan ser erdheja li rojava Îranê, peyamên sersaxî û hevderdiyê ya rayedar û saziyên ewrûpî tev dewlet û gelê Îranê û qurbaniyên vê bûyerê hema wisa tên şandin.
Tûmas Germînger, sekreterê giştî yê Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewrûpayê bi şandina peyamekê bo balyozê Komara Îslamî ya Îranê li meqera ewrûpî ya Rêxistina NY, Viyenayê, ji ber bûyera erdheja vê dawiyê li parêzgeha Kirmaşanê li rojava Îranê sersaxiyê got.
Her wiha Baqir Îzet Begowîç, endamê misilman ê Konseya serokkomariya Bosnî û Hêrzêgowînê bi peyamekê sersaxî da Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê û xwe şirîkê xema malbatên goriayn da zanîn û daxwaza şifayê jibo birîndarên vê buyera diltezîn kir.
Pêştir jî Dragan Çowîç serokê Konseya serokkomariyê, Mîlvard Dodîk serokkomarê Sebeskayê, Îgor Serndak wezîrê karên derev, Husêyn Kawazowîç serokê civaka Îslamî ya Bosnî û Hêrzêgowînê û hin rêxistinên gelanî yên Bosniyayî li peyamên cida, ji ber mirina welatiyên îranî li buyera erdheja parêzgeha Kirmaşanê li rojava Îranê peyama sersaxiyê şandibûn û bi xelkê vî welatî re hevderdî kiribûn.
Erdhejeka 7.3 rîşterî yekşemiyê şevê rojava Îranê hejand. Heya niha li encama vê erdhejê 433 kesan canê xwe ji dest dane û zêde ji 9 hezar kes jî birîndar bûne.