Mijdar 17, 2017 16:58 Asia/Tehran
  • Pêşnimêjê demkî yê Nimêja Îniyê ya Têhranê: `Yekîtiya etnîkên Libnanê dê komploya siûdiyan pûç bike`

Pêşnimêjê demkî yê Nimêja Îniyê ya Têhranê got: ``Yekîtiya gelê Libnanê bi wateya pûçbûna pîlan û komployên Rêjîma Israîl, Amerîka û Alê Siûd e``.

Pêşnimêjê demkî yê Nimêja Îniyê ya Têhranê, ayetullah Îmamî Kaşanî  li xutbeyên vê hefteyê yên nimîja Îniyê ya Têhranê bal kişande ser destkişandina Seid Herîrî ji posta serokwezîrtiya Libnanê li Riyazê û got: ``Ev yek nîşan dide ku dijmin ji bo welatên îslamî li halê darêştina pîlanan û li pey pêkanîna kêşeyê li navçe û Libnanê ye; Lê bi qencî û kerema Xwedê  gel û qewm û etnîkên Libnanê hişyar in``.

Pêşnimêjê demkî yê Nimêja Îniyê ya Têhranê tevî sipasiya ji gelê Libnanê bi taybet sikritirê giştî yê Hizbullaha Libnanê, `seyd Hesen Nesrullah`, got: ``Eger Seid Herîrî vegere Libnanê, dê gişt pêşewaziya li wî bikin û eva yanê komploya Alê Siûd vala derketiye``.

Pêşnimêjê demkî yê Nimêja Îniyê ya Têhranê got: ``Roja îro rewşa cîhanê hestiyar e û gelên misilman divê li hemberî pîlanên dijminan bibin yek``.

Ayetullah Îmamî Kaşanî di dawiyê da bal kişande ser qewimîna erdhejê li rojavaya Îranê û kuştina hejamreka gel û got: ``Gotinên serokomarê Amerîkayê derheq nedana alîkariyê bo ziyandîtiyên ji ber erdhejê, dengekî qirêj e ku ji qirika mirovekî şerxwaz tê derê û eva bêbextiya cîhanê ye ku serokomarê Amerîkayê viha diaxive``.