Mijdar 17, 2017 16:30 Asia/Tehran
  • Hişyariya Îranê derheq pêngavên duberetîçêker ên siûdiyan li navçeyê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê careka din derbarê devûjenî û dubarekirina îdia û angaştên bêbingeh û şopandina rêya nearamker û duberetîçêker a siûdiyan li navçeyê hişyarî da.

Wezîrê karên derve yê Erebistanê, Adil Cubeyr roja Pêncşemiyê li civîna nûçevaniya hevpar digel Wezîrê karên derve yê Fransayê, Jan Îvê Lodiriyan, li Riyazê îdia kir ku `Pêwîst e hin rê ji bo pêngavrakirina derheq Hizbullahê bên rakirin``. Wezîrê karên derve yê Erebistanê, Adil Cubeyr di dewama îdiayên xwe yên dijî Îranê û Hizbullaha Libnanê piştî ragihandina destkişandina a Seid Herîrî ji posta serokwezîrtiya Libnanê li Riyazê, îdia kir ku Îran Hizbullaha Libnanê ji bo berfirehkirina bandora xwe li navçeyê bi kar tîne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî roja Îniyê tevî bibîrxistina encamên wêranker ên pêngav û kiryarên siûdiyan li navçeyê, bi bîr xist: ``Welatên navçeyê di heyama çend salên dawî da ji billî binpêkirina Mafrên Mirovan, çêkirina duberetiyê di navbera welatên ereb û  îslamî da, dubarekirina û hilêxistina îdia û angaştên bêbingeh, dorpêçkirina aborî ya welatên cînar, gefxwarina li welatên din û gefa kişandina şêrr nav axa wan, pêkanîna komployê navbera qewm û etnîkan, zexta li ser rayedarên siyasî yên welatên din ji bo destkişandina ji kar û binpêkirina kerameta wan, destwerdana li karên navxweyî yên welatên din bi mebesta nearamkirinê û hewildana ji bo tevlihevkirin û betalkirina lihevkirinên navneteweyî, tu pêngaveka erênî ji aliyê dewleta Erebistana Siûdiyê va nedîtine.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: ``Siyasetên viha, hişyariyeka ciddî ji bo tevahiya navçe û cîhanê ye ku herî zûtir divê ev kiryar bên rawestandin û helahelaya wezîrê karên derve yê Siûdî jî bêguman dê barê berpirsiyariya wî welatî derheq alozkirina navçeyê kêm neke``.

Îdiayên Adil Cubeyr li dijî Îranê û Hizbullaha Libnanê di rewşekê da ye ku serokomarê Libnanê, Mîşil Ewn vê dawiyê îdiaya hin rayedarên erebî û yên welatên rojavayî derbarê destwerdana Îranê li Libnanê red kirin û got: ``Libnanê heta niha tu destwerdanek ji aliyê Îranê va nedîtiye û îdiayên li vî warî da nerast in``.