Zerîf: ``Erebistanê çavên xwe li ser rastiyên dîrokî girêdaye``
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: ``Siûdî bêyî berçavgirtina rastiyên dîrokî pêngavên dijminane û cahilane radike ku heta niha tenê ser ziyana wan bi xwe bûye``.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf roja Îniyê li gotûbêja bi ajansa nûçeyan a Meclisê derbarê siyasetên pirrkêşe yên welîehdê siûdî, Mihemed Bin Selman, û hitmala pevçûna navbera Erebistan û Îranê got: ``Siyasetên Komara Îslamî ya Îranê hertim li ser esasa `Mentiq` û `Êqil` bûne``.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi bîr xist: ``Komara Îslamî ya Îranê dewsa zêdekirina kêşe û şêrr li dû pêkanîna aştî û ewlehiyê li navçeyê ye``.
Zerîf bal kişande ser siyasetên wêranker ên Erebistanê li Yemen, Sûriye, Iraq û Libnanê û got: ``Gelê navçeyê gellek ziyan li van siyasetan dîtine û pêwîst e ku ev pêvajo bê rawestandin``.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê pêştir jî gotibû ku ``Erebistan mijûlî şer, destdirêjî, zorbêjîya li navçeyê, liv û tevgerên nearamker û bi tehrîk û bi talûke ye û ji ber van karên xwe Îranê tawanbar dike``.
Komara Îslamî ya Îranê bi caran tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Erebistana Siûdiyê hema wisa siyaseta xwe ya bi şaşitî, pirr xerc û bêencam a salên bihurî li navçeyê didomîne, bi bîr xistiye ku Riyaz divê bi fikirîna li pêşerojê û li ser esasa qazanc û berpirsiyariya xwe, rastiyên heyî li navçeyê bi durustî û bêyî serhişkî û bi dûr ji her cûre rik û girrê qebûl bike``.