Mijdar 17, 2017 12:21 Asia/Tehran
  • Beîdînijad: ``Sepandina destûrkarê ji bo sefera Cansonî bo Îranê kêrhatî nîne``

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Brîtanyayê li gorî helahelaya mêdyayên brîtanyayî derheq vê yekê ku yek ji mijarên sereke yên destûrkara sefera tê ya wezîrê karên derve yê Brîtanyayê bo Îranê, dosyeya Nazenîna zaxerî ye, destnîşan kir: ``Sepandina destûrkarê ji bo sefera Borîs Canson bo Îranê nekêrhatî ye``.

Nazenîna Zaxerî ku di bin navê Birêvebira Projeyê li Kompaniya Mêdyayên Komkî ya Tamson Reuters`ê dixebitî, roja 4`ê Nîsana îsal li Îranê hat girtinê.

Nazenîna Zaxerî bi endamtiya li kompanî  û enstîtûyên biyanî beşdarî plandarêştin û cihanîna projeyên mêdyayî û saybirî bi mijara Hilweşandina Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê bûye.

Li gorî rapora IRNA`yê, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Brîtanyayê, Hemîd Beîdînijad Pêncşemiyê bi şev got: ``Komara Îslamî ya Îranê li ser vê bawerê ye ku hewildana hin tevgerên siyasî li Brîtanyayê ji bo sepandina destûrkarê bo sefera tê ya wezîrê karên derve yê vî welatî, Borîs Canson bo Têhranê, `Helahelaya` mêdyayî ye``.

Mêdyayên brîtanyayî ji wan Reutersê û Rojnameya Dayli Telegraph`ê dayîna deynê 450 miliyon pondî ya vî welatî bo Îranê bi mijara azadkirina ``Nazenîna Zaxeriyê`` va girêdane.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behram Qasimî roja Pêncşemiyê li hevpeyivîna  bi ISNA`yê ra derbarê hin nûçeyên mêdyayên brîtanyayî derheq dayîna deynê dewleta vî welatî bo Îranê û hewildana wan ji bo hilkêxistina têkilliya vê mijarê digel dosyeya Nazenîna Zaxerîyê, got: ``Dosyeya Nazenîna Zaxerîyê li dadgeha Îranê tê hilkolandin û piştî derbaskirina qonaxên hiqûqî yên pêwîst, hikma mehkemeyê ji bo wê hatiye derxistin``.

Qasimî bi gotina vê yekê ku Îranê ji demeka dirêj berî viya ji bo wergirtina mafê tekûz ê gelê Îranê ji dewleta Brîtanyayê hewildaneka zêde û gotûbêja dirêj hebûye û ev mijar ji rêyên cûrbicûr va şopandiye, got: ``Dosyeya Nazenîna Zaxeriyê û mijara dayîn adeynê Brîtanyayê bo Îranê du babetên cuda ji hev in``.