Mijdar 17, 2017 11:18 Asia/Tehran
  • Helwêsta Îranê derheq gotinên wezîrê karên derve yê Frasnayê

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê derheq gotinên wezîrê karên derve yê Frasnayê li Riyazê li dijî Îranê, got: ``Frasneyê nêrîneka yekalî û bi alîgirtî li qeyran û karesatên mirovî li Herêma Ropjhilata Navînê heye``.

Li gorî rapora IRNA`yê, Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behram Qasimî derbarê gotinên wezîrê karên derve yê Franseyê, Jan Îvê Lodiriyan li dijî Îranê li civîna hevpar a çapemeniyê digel Adil Cubeyrê wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdiyê, her wiha got: ``Mixabin nêrîna yekalî û alîgirane ya Franseyê li qeyran û karesatên însanî li herêma Rojhilata Navînê xwestî an nexwestî alîkariya pratîkîbûna qeyranên potansiyêlî dike``.

Qasimî her wiha got: ``Hin rayedarên welatên seranavçeyî ku sefera navçeya Kendava Farsê dikin, berçavnegirtina rastiyên heyî li navçeyê, di bin bandora handanên rayedarên şerxwaz û xeyalî yên Siûdî, dilgiranî û fukarên sexte, bêbingeh û dijminane yên wan derheq Îranê dubare dikin.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê bi bîr xist: ``Ev cûre gotin pirsgirêkek ji qeyranên ku di tevahiya wan da rola wêranker a Erebistanê tam aşkira û ron e, kêm nake û heta alîkariya vî welatî nake ku biakre xwe ji qeyranên navxweyî û navçeyî ku tûşî wan bûye, bifilitîne``.

Qasimî her wiha got: ``Firotina çekên mirinbar ji aliyê hin welatên derveyî navçeyê bo welatên navçeyê ku wek mînak li şerê wêranker ê li dijî gelê Yemenê tên bikaranîn û piştevaniyên wan ji Erebistanê û hevpeymanên wî welatî li navçeyê, tenê van welatan ji bo pêkanîna qeyranên nû rûçirîtir dike û nearamî û bêewlehiyê li vê navçeya hestiyar a cîhanê girantir dike``.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir;: ``Rewşa niha ya vê navçeyê û pêwîstiya xurtkirin û berfirehkirina aramî û ewlehiyê her wiha alîkariya ji bo têkoşîna herî zêdetir dijî têrorîsmê û jinavbirina wê, hewcedara gotin û pêngavkirina rastbînane p bi berpirsiyarî ji aliyê rayedarên welatên din e.``