Qasimî: Dayîna deynê Brîtanyayê bo Îranê tu têkilliya xwe bi dosyeya Nazenîna Zaxerî re tune
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: ``Dayîna deynê dewlewta Brîtanyayê bo Îranê tu têkilliya xwe bi dosyeya Nazenîna Zaxerî ra tune``.
Nazenîna Zaxerî ku di bin navê Birêvebira Projeyê li Kompaniya Mêdyayên Komkî ya Tamson Reuters`ê dixebitî, roja 4`ê Nîsana îsal li Îranê hat girtinê.
Nazenîna Zaxerî bi endamtiya li kompanî ûenstîtûyên biyanî beşdarî plandarêştin û cihanîna projeyên mêdyayî û sayberî bi mijara Hilweşandina Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê bûye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behram Qasimî roja Pêncşemiyê li hevpeyivîna bi ISNA`yê ra derbarê hin nûçeyên mêdyayên brîtanyayî derheq dayîna deynê dewleta vî welatî bo Îranê û hewildana wan ji bo hilkêxistina têkilliya vê mijarê digel dosyeya Nazenîna Zaxerî, got: ``Dosyeya Nazenîna Zaxerîyê li dadgeha Îranê tê hilkolandin û piştî derbaskirina qonaxên hiqûqî yên pêwîst, hikmê mehkemeyê ji bo wê hatiye derxistin``.
Qasimî bi gotina vê yekê ku Îranê ji demeka dirêj berî viya ji bo wergirtina mafê tekûz ê gelê Îranê ji dewleta Brîtanyayê hewildaneka zêde û gotûbêja dirêj hebûye û ev mijar ji rêyên cûrbicûr va şopandiye, got: ``Dosyeya Nazenîna Zaxeriyê û mijara dayîn adeynê Brîtanyayê bo Îranê du babetên cuda ji hev in``.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: ``Pêwendîdana van du mijaran bi hev ra tam ``Şaş`` û `Redkirî`` ye``.
Mêdyayên brîtanyayî ji wan Reutersê û Rojnameya Dayli Telegraph`ê dayîna deynê 450 miliyon pondî ya vî welatî bo Îranê bi mijara azadkirina ``Nazenîna Zaxeriyê`` va girêdane.
Deynê 450 Miliyon Pondî ya Brîtanyayê bo Îranê, têkildarî Biryarnameya firotina Tankên Çînftêynê (Chieftain) bo Îranê bû ku piştî Înqilaba Îslamî ya Îranê û sepandina boykotên zalimane yên welatên rojavayî dijî Îranê cih nehatiye.