Mijdar 16, 2017 17:28 Asia/Tehran
  • Wezîrê Berevaniyê yê Îranê: Bêyî `Hêza Berevaniyê` sermiye nayê wergirtin

Wezîrê Berevanî û Piştevaniya ji hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku `Hêza Berevaniyê` ji bingehên sereke yên tevgerê li civakekê ye, got: ``Bêyî `Hêza Bereyavniyê` sermiyan nikare were wergirtinê``.

Wezîrê Berevanî û Piştevaniya ji hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, Emîr sertîp Emîr Hatemî roja Pêncşemiyê li civîna erkantiya fermandetiya Abora ser bingeha Berxwedanê li parêzgeha Zencanê li rojavaya Têhranê, bal kişande ser hewildanên dijminan ji bo derbelêdana li Komara Îslamî ya Îranê û destnîşan kir: ``Abor yek ji wan waran e ku dijmin ji bo derbelêdana li Înqilaba Îslamî ya Îranê kiriye armanc``.

Emîr Hatemî her wiha got: ``Bi hişmendiya Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî nêrîna dijmin li warê abor were naskirin û Bernameya Abora ser bingeha Berxwedanê hatiye amadekirn ta ku riya bandora dijmin di vî warî da were girtinê``.

Wezîrê Berevanî û Piştevaniya ji hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: ``Komara Îslamî ya Îranê bi rêvebiriya Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî û berxwedana gel û hêzên çekdar, komployên dijminan bê encam kirin û wê ji vê şûnda jî ev komployana negihêjin encamê ``.