Cotmeh 19, 2017 14:04 Asia/Tehran
  • Emîr Seyarî:

Fermandê hêza deryayî ya artêşa KOmara Îslamî ay Îranê roja çarşemiyê li merasima destpêbûna civîna qaweta deryayî ya navçeyî li bajarê Vênîzê teqez kir ku bicihbûna hêzên deryayî yên biyanî sedema nemayîndebûna li Rojhilata Navîn e.

Li gorî rapora IRNA`yê, emîr deryadar Hebîbullah Seyarî her wiah got: ``Bicihbûna  hêzên deryayî yên biyanî li navçê bi sepandina  tedbîrên ewlehiyê yên  nebaş dê bibe sedema  nemayîndebûnê li navçên din ên  deryayî yên stratejîke  cîhanê``.

 Seyarî bal kişand ser vê yekê ku  hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê tim  xêncî damezrandina  ewlehiy mayînde li navça  Kendava Farsê, tengav a stratejîk a Hurmuzê û deryaya  Umanê dest bi rawestana li hember dizên deryyaî dike û destnîşan kir, ev mijara  berûvajiya  îdiaya  Trump nîşan dide ku hêzên  çekdar ên Komara Îslamî ay Îranê sedema  mayîndekirina  ewlehiay komî ya cîhanî ye.