Îlon 23, 2017 07:41 Asia/Tehran
  • Zerîf:

Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê roja Îniyê li hevdîtina digel Taro Konoyê wezîrê karên derve yê Japonê li Niyo Yorkê, destnîşan kir: "Siyaseta Waşîngtonê li warê Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1'ê nasyar bi "Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar", vê peyamê radigihîne cîhanê ku gotûbêja digel Amerîkayê bê sûd û feyde ye".

Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1'ê (Brîtanya, Franse, Rûsiye, Çîn, Amerîka û Alman) nasyar bi "Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar" ji meha Çileya 2016an va ketiye qada cihanînê. Lêî dewleta Amerîkayê wek endamekî vê komê hertim li ser rêya cihanîna vê lihevkirinê berbend û astengiyan saz dike.

Trumpê serokomarê Amerîkayê hertim berovajiya helwêstên aliyên din ên Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1'ê nasyar bi "Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar", ev lihevkirina wek "Lihevkirineke gellek Xerab" daye zanîn û xwestiye ku were betalkirin. Lê cîhan li dijî vê helwêsta dijminane ya serokomarê Amerîkayê li dijî Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1'ê nasyar bi "Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar" e.

Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf li hevdîtina digel wezîrê karên derve yê Japonê li Niyo Yorkê, amaje bi qeyrana Nîvgirava Koreyê jî kir û got: "Komara îslamî ya Îranê her cûre berhemanîn, ceribandin û berfirekirina çekên navokî redkirî û nepejirandî dizane".

Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê her wiha cinayetên artêşa Miyanmarê û Bûdayîyên Miyanmarê li dijî misilmanên rohîngiyayî şermezar kir û daxwaza alîkariya Japonê wek welatê girîng li navçeyê bona baştirkirina rewşa misilmanan li Miyanmarê kir.

Wezîrê karên derve yê Japonê jî li vê hevdîtinê got: "Komara Îslamî ya Îranê welatekî girîng û bibandor li cîhanê ye".

Taro Konoyê wezîrê karên derve yê Japonê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Japon pişta Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1'ê nasyar bi "Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar" digire, got: "Tokyoyê girîngiya Lihevkirina Navokî xistiye bîra hemî welatan".

Wezîrê karên derve yê Japonê her viha tevî diyarkirina dijayetiya xwe digel lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê, got: "Sa Japonê yekîtî û yekparçetiya axa Iraqê girîng e".

Berûlayên cûrbicûr li peywendiyên dualî bi taybet hevkariyên bankî, sermiyandanîn, Enêrjî, zanist û zanîngehî, mijarên warê navçeya Kendava Farsê, qeyrana Yemenê û Dîplomasiya navçeyî ya Japonê li vî warî da ji mijar û babetên din li gotûbêja Zerîf û Taro Kono bûn.