Bersiva qahîm a xelkê Îranê bo gotinên pûç û li dijî îranî yên Trump
Nimêjkirên li seranserê Îrana Îslamî piştî nimêja îniyê, xwenîşandana li dijî Emerîkayê bi rê xistin.
Nimêjkirên li seranserê Îrana Îslamî bi avêtina sloganên li dijî Emerîkayê, gotinên kirêt ên Donald Trump serokkomarê Emerîkayê li dijî gelê mezin ê Îranê şermezar kirin.
Nimêjkirên têhranî û bajarên din li xwenîşandana xwe sloganên `` mirin bo Emerîkayê`` mirin bo Îsraîlê`` û mirin bo Inglîzê û mirin bo Alê Siûd avêtin.
Alayên Emerîka û Rejîma siyonîstî jî li xwenîşandana li dijî emerîkî li seranserê Îranê hatin şewtandin.
Trump li axiftina xwe ya roja sêşemiyê li civata giştî ya NY, Komara Îslamî ya Îranê ku yek ji cemserên sereke yên rawestana li ber terorîstan li navçê ye bi piştgiriya ji terorîzmê tawanbar kir.
Muhemed Cewad zerîf wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê sêşemiyê şevê wek berteka li hember gotinên serokkomaerê Emerîkayê destnîşan kir: Gotinên Trump ewqas pûç, sivik û bêbingeh bûn ku yê hindê nînin bên bersivandin.