Îlon 22, 2017 16:44 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Hêzên çekdar tim jibo berevaniya ji Îranê amade ne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser destpêbûna meha Muhremê û Aşûra û Tasûaya Huseynî(s) û got: Li dirêjahiya 8 salan berevaniya pîroz yek ji handerên herî mezin ê xelkê jibo cangorîkirin û şehadetê, hertim tabloya hemaseya Aşûra û Kerbelayê bû.

 Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê sibeya roja îniyê li merasima rêzgirtina ji destpêbûna hefteya berevaniya pîroz û birêzveçûna hêzên çekdar li  herema  paqij a hezretê Îmam Xumeynî(s) li Têhranê got: Meha Muheremê, meha cangorîkirin û şehadetê ye û xelkê Îranê, 37 salan berî niha li hember destdirêjiyeke hovane û tund û tûj bi şopandina riya  salarê şehîdan, Îmam Huseyn(s) û çanda  Aşûrayê bi hemî hêza xwe berevaniya şeref, yekperçetiya axa welêt û îzeta xwe kirin.

 Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha  bal kişand ser vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê jibo berevaniya xwe îznê ji tu kesî nastîne û got: Komara Îslamî ya Îranê di her rewşekê de qaweta xwe ya eskerî û berevaniyê her çiqasî ku pêdivî bibe, xurt dike.