Îlon 22, 2017 14:47 Asia/Tehran
  • Berdewamiya hevdîtinên Zerîf li derveyî rûniştina Civaka Giştî ya NY

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf li derveyî rûniştina Civaka Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi sê rayedarên cîhanî re hevdîtin pêk anî û bi wan re gotûbêj kir.

Li gor rapora IRNA, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf li hevdîtina Komîserê Bilind ê Penaberan ê NY li ser krîza penaber û koçberan û rewşa navçê pêre gotûbêj kir.

Zerîf herwiha li hevdîtina alîkarê serokwezîr û wezîrê derve yê Slovonyayê Viktor Erjavec (Vîktor Êryavêts) li ser berfirekirina pêwendî û hevkariyên du welatên Îran û Slovenyayê pê re axivt.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li hevdîtina xwe ya dawiyê ya îro bi wezîrê derve yê Danîmarê Anders Samuelson re rûnişt û pê re ser pêwendiyên du welatan axivt.

Berfirekirina hevkarî û pêwendiyan bi taybet li warê aborî, baştirkirina rewşa awareyên sûrî û mîyanmarî û refrandûma cudabûna Kurdistana Iraqê û lihevkirina navokî ya Îranê û koma 5+1 ji wan mijaran bûn ku li hevdîtinên hanê hatin hilkolandin.

Zerîf berî van hevdîtinan bi wezîrên derve yên Holanda, Namîbya, Almanya û Fransayê re hevdîtin û gotûbêj kiribû.