Îlon 22, 2017 09:40 Asia/Tehran
  • Hefteya Parastina Pîroz li Îranê bi bernameyên curbicur despê kir

22 Septamberê hevdemê despêbûna salvegra şerê dasepandî ya Rejîma Bes a Iraqê li dij Komara Îslamî ya Îranê ye.

Artêşa desdirêjkar a artêşa Rejîma Bes a Sedam Husên dîktatorê îdambûyî yê Iraqê li 31 Şehrîwera 1359 ya Koçberiya Tavî (22 Septambera 1980) bi vê fikr û xeyala pûç ku dikare li mideha hefteyekê Tehranê paytexta Îranê dagîr bike êrişeke berfire ji her aliyekî li dij Komara Îslamî ya Îranê da despêkirin.

Rejîma Bes a Iraqê bi piştgiriya hêzxurtên îstikbarî û komonîstî yên cîhanê û rejîmên paşverû yên navçê  37 salên berê ji rojavaya Îranê û beşûra rojava ya vî welatî bi artêşeke tam pergalbûyî bi sîlahên curbicur êrişeke mezin da despêkirin ji bo roxandina Pergala nûserketî ya Komara Îslamiya Îranê, lê belê artêş û sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî û xelkê seranserê Îranê bi tev li hemberî vê êrişa dirindane ya Rejîma Bes rabûn û hêvî û miraza pûçe wê di dilê wê de hişkand û wê rejîmê ji vê êrişê netenê ti deskevtek bi dest nexist belkî li meydanên şêr des şikestên mezin lê ketin û her roj ber bi têkçûna tam meşiya.

Destkevta serkevtina Îranê li vê Parstin û Berevaniya Pîroz ji gelê Îranê re ku li wê demê de bi boykotên aborî û pirsgirêkên malî û aborî yên zav re jî rûbirû bûbûn, eva bû ku her netewek dikare bi viyana xwe ya xurt û bi palpiştiya Xwedê teala li hemberî dijwarî û zorbêjî û şerên giran ên dijminan serkevin.