Îlon 21, 2017 12:28 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Gabriyel tev Zerîf / Piştgiriya Almanyayê ji Rêketinnama navokî

Zîgmar Gabriyel wezîrê karên dreve yê Almanyayê roja çarşemiyê li kêleka civata giştî ya Rêxistina NY li Niyoyorkê tev Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê gotûbêj kir.

 Li vê hevdîtinê her du aliyan  ser meselên curbicur û navçeyî bi taybet giştpirsiya  cidabûna  Herêma Kurdistana  Iraqê gotûbêj kirin.

Hin  partiyên  Herêma Kurdistana Iraqê, 7 Hezîranê li civînekê bi beşdariya  Mesûd Barzanî, lidarxistian  giştpirsiya  cidabûan  Herêam Kurdistanê ji Iarqê li 25ê Îlona 2017an  pesend kirin;

Mijara ku  rastî dijberiya  cidî ya dewlet, komên  curbicur ên iraqî û welatên  navçê û cîhanê hatiye.

Lê Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê ji kurdên  Iraqê xwestiye ku beşdarê vê giştpirsityê bibin.

 

 Zîgmar Gabriyel li vê hevdîtinê her wiha destnîşan kir: ``Helwêsta  hertim û zelal a Almanyayê piştgiriya  ji rêketinnama navokî û pêwîstiya  sekinîna hemî aliyan  ser vê  hevhatina  çendalî û navneteweyî ye``.

Her du aliayn her cure nakokiya di rêketinnama navokî, weke şandina  sîgnaleke xirab bo civaka cîhanî û sedema  bêbaweriya li her cure  muzakire û hevhatina  navneteweyî nirxandin.

Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê (Brîtanya, Franse, Rûsiye, Çîn, Amerîka û Alman) nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar ji Çileya 2016`an va cih hatiye; Lê dewleta Amerîkayê wek endamekî vê komê, hertim vê lihevkirinê binpê dike.

 Donald Trump tim berûvajiya  aliyên din ên rêketinê, rêketinnama navokî weke hevhatineke  kirêt daye zanîn û daxwaza têkbirina wê dike lê cîhan dijî vê xwesteka  bi dijminatî ya Trump derketiye.