Îlon 20, 2017 18:42 Asia/Tehran
  • Şemxanî: Gotinên vê dawiyê yên Trump, nîşana morala şerxwaziyê ne

Sekreterê Konseya bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, got: Gotinên serokkomarê Amerîkayê li civata giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY), jiber fêmkirina wî ya lawaz derheq hevhatinên navneteweyî û bingehên wê yên hiqûqî ne û ji hêla civaka cîhanî ve, negirîng tên zanîn.

Donald Trump, serokkomarê Amerîkayê, li axiftina xwe ya li 72`emîn civîna civata giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY), Lihevkirina Navokî, lihevkirineka bixof û sedema serşoriya jibo welatê xwe da zanîn û careka din îdia kir ku Îran pişta terorîsmê digire.

Binyamîn Ntaneyahoo. serokwezîrê Rejîma Siyonîst jî bi piştgîriya ji îdiayên serokkomarê Amerîkayê, gotinên Trump, gotinên vêrekane wesif kirin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Elî Şemxanî, li berteka li hember axiftina Trump, îro destnîşan kir: Reftarên propagendeyî û numayişî, tu bandorekê li guhertina vîn û reftara welatan nakin û vîna cidî ya Komara îslamiya Îranê, istandina tam a mafên xwe yên meşrû û qanûnî derveyî haykûfên hallywoodî ye.

Wî destnîşan kir: tu yek ji aliyên ku Lihevkirina Navokî îmze kirine, mafê xwe tunene ku rêbaz û mekanîzmên ku li vê lihevkirina navneteweyî hatine qebûlkirin, bi mihaneyên pûç û nehiqûqî, cih neyînin.

Sekreterê konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, herwiha li bara îdiaya rola Îranê ya li şerrê Yemenê, destnîşan kir: Rejîma Siûdî bi piştgîriya bi çekan û istixbaratî ya Amerîkayê û bombebarana berfireh a xelkê bêsûc û hejar ê Yemenê, bûye sedema pêkhatina karesata mirovî ya li vî welatî. Lê serokkomarê Amerîkayê bona xalifandina raya giştî, siyaseta revînê girtiye ber xwe û xeyalên xwe yên nerastîn berdewam dikin.