Îlon 20, 2017 18:36 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Mogerînî û Zerîf: Sozdarîya dubare ya YE li bara rêketinama navokî

Berpirsê sîyaseta derve ya YE îro li Newyorkê bi Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Federîka Mogêrînî li vê hevdîtinê li ser piştgirî û sozdarîya dubare ya YE têkildarî rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê sekinî. Her du alîyan herwiha li bara rewşa herî dawîyê ya cihanîna rêketinama navokî gotûbêj û rawêjkarî kirin.

Biryar e ku sibê anku pêncşemê jî komsyona hevpar a rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê di asta wezîrên karên derve yên Îranê û vê komê li New Yorkê de civînekê li dar bixe.

Berpirsa sîyaseta derve ya YE şeva buhurî jî bi Sêrgêyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsîyê re li bara cihanîna rêketinama navokî gotûbêj kir.