Îlon 20, 2017 13:57 Asia/Tehran
  • Têylerson jî gef xwar eger di nav rêketina navokê reform çê nebin Amerîka jê derdikeve

Wezîrê karên derve yê Amerîka jî li dewama siyasetên karbidestên vî welatî dijî rêketina navokî gef xwar û got: Eger di nav rêketina navokî li gor xwestekên Amerîka reform çê nebin Waşîngton ji nav vê rêketina navnetewî dê derkeve.

Rêks Têylerson wezîrê karên derve yê Amerîkayê li gotûbêja xwe ya tev Faks News`ê îdia kir ku rêketinnama navokî wisa ku pêwîst be pîşiya pêşketina proja navokî ya Îranê negirtiye.

Donald Trump serokkomarê Amerîka jî duh sêşemê li gotinên xwe yên li civîna 72-an a Civata Giştî ya Rêxistina Netewên Yekgirtî bona cara çendan û terseyê gotinên aliyên din li bara rêketina navokî, ev rêketina nebaş û sebeba serşoriya Amerîkayê da zanîn.

Eva li halekê ye ku karbidestên ewrûpî ji wan Mekron serokkomarê Fransayê û Fedrîka Mogerînî berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpa piştevaniya xwe ji rêketina navokî ya Îranê tev grûpa 5+1 nîşan dan û siyasetên dewleta Amerîka li bara vê rêketinê rexne kirin.

Îranê û Koma 5+1`ê (Brîtanya, Fransa, Rûsya, Çîn, Amerîka û Almaniyayê) di 14`ê Tîrmeha sala 2015`ê da rêketinameyek li bara bernama navokî ya Têhranê wajo kirin.

Cihanîna vê rêketinamê di 16`ê Çileya sala 2016`an da destpê bû lê Amerîkayê bi caran ev rêketina navokî binpê kiriye.