Îlon 20, 2017 12:21 Asia/Tehran
  • Zerîf: Gotinên kirêt û bişermane yên Trump nîşana reftar û gotinên xelkxapok ên wî ne

Wezîrê karên derve yê Îranê li berteka gotinên nedîplomatîk ên Donald Trump serokkomarê Amerîkayê li Civata Giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî destnîşan kir: Gotinên Trump ewqas sivik, diroşmî, bê wate û pêç bûn ku erzişa bersivdayînê nîn.

Trump li gotinên xwe yên li civîna 72-an a Civata Giştî ya Rêxistina Netewên Yekgirtî bona cara çendan û terseyê gotinên aliyên din li bara rêketina navokî, ev rêketina nebaş û sebeba serşoriya Amerîka da zanîn.

Serokkomarê Amerîkayê li van gotinên xwe Komara îslamî ya Îranê ku bereyekî sereke li dijî terorîzmê li navçê ye, bi piştevaniya ji terorîzmê tawanbar kir.

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li berteka gotinên nedîplomatîk ên Donald Trump serokkomarê Amerîka bal kişande ser viya ku Trump qet agehdariyek ji siyasetên hundirî û derveyî yên Îranê û xebatên wê dijî terorîzmê tune û ragihand ku ev gotinên Trump reftar û gotinên xelkxapok ên wî nîşan dide.

Zerîf destnîşan kir ku ev gotinên sivik ên Trump li kêleka rastiyên li bara piştevaniya Amerîkayê ji Rejîma cinayetkar a Siyonîstî û rejîmên dîktator ên navçê û grûpên terorîstî xîncî bi tenê mayîna Amerîkayê li cîhanê û bê hêtibariya dewleta Amerîka tu desthateke xwe tune.