Îlon 19, 2017 20:35 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Zîyana vekişîna ji rêketinama navokî, sedî sedî yê ber Amerîkayê bikeve

Serokê Komara Islamî ya Îranê, derketina ji rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê bi wateya lawazkirina civaka navnetewî, dîplomasî û muzakirê zanî û tekez kir: Zîyana derketina ji rêketinama navokî sedî sedî yê bigihêje Amerîkayê.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê li hevdîtina digel hejmarek ji bijareyên sîyaseta derve ya Amerîkayê li bajarê New Yorkê, hêvî kir ku tu yek ji alîyên rêketinama navokî bêsozîyê neke û ewê binpê neke û got: Heke qirar be rêketinamên navnetewî bi dilê kesekî bên binpêkirinê, ev kara bi wateya vexwendina cîhanê bo alozî, ceribandina zorê û hêza leşkerî ye.

Rûhanî bi gotina vîya ku Îranê hemî sozên xwe cih anîne û belgeya wê jî raporên Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîya Atomê (IAEA) ne, dîyar kir: Heke Amerîka ji rêketinama navokî vekişe, Komara Islamî ya Îranê xwe ji bo her rewşekê amade kirîye û tu dilgiranîyek di vî warî de tineye.

Serokê Komara Islamî ya Îranê têkildarî vê yekê ku gelo Îran hazir e li bara meseleyên din bi Amerîkayê re muzakirê bike got: Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî bi awayekî fermî ragihand ku pîvana pêbawerîya Îranê li hemberî Amerîkayê, dê hema ev rêketinama navokî be, heke Amerîka bêsozîyê bike kifş e ku muzakireya digel Amerîkayê li bara mijarên din jî yê tu encamek tinebe.

Rûhanî bal kişand ser meseleya Sûrîyê jî û got: Îran ji destpêkê ve ser vê bawerê bû ku nabe têrorîsm li himber welat û gelê Sûrîyê serdest be lê, hin welatan ev yeka qebûl nedikirin û wan dema ku dîtin li Sûrîyê têrorîst hemî mirovên bê guneh dikujin, fem kirin ku rêyek bilî şer û têkoşîna dijî têrorîstan tineye.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Heke li Rojhilata Navînê û deverên din ên cîhanê pirsgirêk hene, rêçareya wan ne gef, boykot û şer e belkî rêçareya wan dêmokirasî, deng û nêrînên gel, muzakire, rawêjkarî û bidestxistina rêçareyekê ye.