Wilayetî: Muzakira dubare li bara rêketinnama navokî nayê qebûlkirin
Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî li bara pêşniyara welatên rojavayî jibo destpêkirina muzakirên têkildarî rêketinnama navokî got: Dubarekirina muzakirên li bara rêketinnama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve nayê qebûlkirin.
Elî Ekber Wilayteî, şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî roja sêşemiyê li gotûbêja bi IRIB Newsê re got: Ev muzakire carekê cih hatine û Îranê mideheke dirêj bi koma 5+1`ê re muzakire kir ku her du alî gihêştin encamê û tu şik û gumnak ji aliyê tu welatekî li bara vê peymanê nayê qebûlkirin.
Hevhatina navokî ya Îran û koma 5+1`ê ji Çilla 2016`an ve cih hatiye lê dewleta Emerîkayê wek yek ji endamên vê komê tim li warê cihanîna rêketinnama navokî bêsoziyê dike.
Wilayetî her wiha bal kişand ser vê yekê ku welatên rojavayî bi taybet Emerîka niha plana nû ya handana qewm û etnîkan jibo parvekirina welatan bi rê xistine û got: Helwêsta Îranê li ser mesela Kurdistana Iraqê tam zelal e û Têhran piştgirîyê dide yekperçetiya erdê welatên navçê ji wan Iraqê.
Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî destnîşan kir: Ger cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê biqewme dê bipeke welatên din jî û dê derfetek jibo hazirbûna siyonîstan û emerîkiyan li navçê pêk were da ku li pêşerojê wek alîgirên qewmên navçê bikevin tevgerê û mîna Sûriyê wir aloz bikin.
Îsrara Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê ser lidarxistina giştpirsiya cidabûnê li vê navçê rastî berteka cidî ya dewleta Iraqê, komên curbicure iraqî, welatên navçê û rojava hatiye.