Şandina alîkariyên mirovhezane yên Îranê jibo xelkê Dêrazorê
Îranê yekim karwanê alîkariyên mirovheziyê, ku zêde ji hezar ton alîkariyên mirovheziyê digrin ber xwe, bo xelkê Dêrazorê li rojhilata Sûriyê şandin.
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya El-Alamê, Ehmed Eh-Huseynî, berpirsê Rêsxistina Cîhada Avedankirinê ya Îranê li Sûriyê got: Alîkariyên mirovhziyê yên Komara Îslamî ya Îranê xwarek, derman ,kinc û ar digirin ber xwe.
Eva yekim karwanê alîkariyên mirovhzeiyê yên derve ye ku ji riya bejahî jibo xelkê Dêrazorê tê şandinê, xelkê ku zêde ji sê salan li dorpêça koma terorîstî ya DAIŞ`ê bûn û 5`ê Îlona îsal ji dorpêçê rizgar bûn.
Li gorî vê raporê, karwanên alîkariyên mirovhzeiyê yên Îranê ji balefirgeha navneteweyî ya Şamê riya xwe destpê kir û bi derbasûna ji kolanên Şamê ber bi Dêrazorê, li rojhilata Sûriyê ve çû.
Bajarê nifzêm ê Dêrezorê ji 14 Tîrmeha 2014`an heya 5 Îlonê di dorpêça grûpa teroîstî ya DAIŞ`ê de bû û gîhandin alîkariyê bo xelkê vî bajarî tenê ji riya hewayî cih dihat.
Çavdêr tekez dikin ku şandina alîkariyên mirovheziyê bo Dêarzorê ruhiyet û morela xelkê vê parêzgehê mîna parêzgehên Hemah û Helebê, li û bakurê Sûriyê ji bo avendakirina malên xwe û dewma jiyanê xurt bike.