Îlon 19, 2017 15:30 Asia/Tehran
  • Larîcanî: Ewlehiya mayinde ya sînorên Îranê bi saya hişmendiya hêzên leşkerî ye

Serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, destnîşan kir: Bi hişmendiya hêzên leşkerî û ewlehiyê yên Komara Îslamiya Îranê, hemî pîlanên şûm ên dijminan li sînoran bêbandor bûne.

Elî Larîcanî, serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, roja sêşemiyê li dema seredana sînorên Azerbaycana Rojava li bakûra rojavaya Îranê, ewlehiya li ser sînorên Îranê, ewlehiyeka mayinde da zanîn û got: Bi hebûna hêzên leşkerî û ewlehiyê, sînorên Îranê ji hebûna şerût, dijminan û kes û komên dijî înqilabê hatine paqijkirinê û Komara Îslamiya Îranê, ewlehiyeka mayinde û baş heye.

Larîcanî bal kişand ser vê yekê ku hişmendî û amadetî, nirxên bingehîn ên sekinîna hêzên leşkerî li hember dijminan in û got: Bi saya hişmendî û amadetiya hêzên Sipahê Pasdarên  Înqilaba Îslamî û hêzên din ên leşkerî yên Îranê ye ku dijminên Înqilaba Îslamî nawêrin ku êrişî sînorên Komara Îslamiya Îranê bikin.

Larîcanî qedrê hêzên leşkerî yên Îranê ji ber amadetiya li hember gefên dijminan girt.