Îlon 19, 2017 10:16 Asia/Tehran
  • Sînorparêzek li başûrê rojhilata Îranê şehîd bû

Rayedarên ewlehiyê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê (başûrê rojhilata îranê) qala şehîdbûna sînorparêzekî li encama şer û pevçûna digel şerûtên çekdar li vê parêzgehê kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, fermandetiya hêzên ewlekariyê ya parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ragihand:  ``Riza Şuca ji efserên vê hêzê roja Duşemiyê li encama şer û pevçûna digel şerûtên çekdar li bajarê Nîkşehra vê parêzgehê birîndar bû û piştî rakirina bo nexweşxaneyê ji ber kûrbûna birînan şehîd bû``.

Sînorên Îran û Pakistanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ji ber nebûna kontrol û çavdêriyê ji laiyê Pakistanê va, carcaran dikevin ber êrîşên komên têrorîst û şerxwazên çekdar ku di encama wê da heta niha bi sedan kes ji welatiyên asayî û hêzên sînorparêz yên Îranê şehîd bûne.