Rûhanî: `Derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Navokî dê vî welatî tûşî berdêleke giran bîne`
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: `Derketina hitmalî ya Amerîkayê ji Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar wê vî welatî tûşî dûhatên giran bîne`.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî ku bi mebesta beşdariya li Heftî û Duyemîn Komcivîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Niyo Yorkê ye, roja Duşemiyê li hevpeyivîna digel kanala amerîkî ya CNN`ê li bara berteka Îranê li gorî deketina hitmalî ya Amerîkayê li Lihevkirina Navokî, got: ``Ez bawer nakim ku amerîkî bixwazin dûhatên viha giran bipejirînin, bi taybet ji bo tiştê ku wê ji bo wan bêhûde û bêsûd be``.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: ``Vê kiryara hitmalî ne tenê tû sûd û qazanca xwe ji bo Amerîkayê tune, belkî hevdem wê bibe sedem ku atmosfêreke nebaweriyê bo Amerîkayê pêk were û xurt bibe``.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: ``Niha Waşîngton mijûlî kêşeya Koreya Bakur e û heke ji Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi "Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar" derkeve, dikare çi garantiyê bide Koreya Bakur ku bikare bi hêviya lihevkirina digel Amerîkayê bimîne``.
Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê (Rûsiye, Çîn, Brîtanya, Franse, Amerîka û Alman) nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpa jJi Çileya 2016`an va cih hatiye û dewleta Amerîkayê wek endamekî vê komê hertim astengî danîne ser rêya cihanîna vê lihevkirinê.