Tebax 23, 2017 09:36 Asia/Tehran
  • Destpêbûna 2 nîşangehên navnetewî li Têhranê

26`emîn nîşangeha ferşên bidestçêkirî û yekemîn nîşangeha navnetewî ya şûşe (cam) û pêşeyên wê li Têhranê destpê bûn.

Li gorî rapora nûçegihanê me, 26`emîn nîşangeha ferşên bidestçêkirî îro bi pişkdarîya 730 şîrketên veberhênanê yên îranî û bi dehan bazirganên bîyanî yên bikirê sereke yên ferşên bidestçêkirî yên Îranê li Têhranê destpê bû.

Li nîşangeha navnetewî ya ferşên bidestçêkirî ya Têhranê, yê ferşek bi durişma `` aştîya cîhanî`` bê nimandin û pêşkêşî sazîyeke navnetewî bê kirin.

Ev nîşangeha yê heta 29`ê Tebaxê vekirî be.

Ji hêla din ve, yekemîn nîşangeha navnetewî ya şûşe pêşeyên wê bi pişkdarîya bi dehan kompanîyên îranî û bîyanî li cihê nîşangehên navnetewî li Têhranê hat vekirinê.

Ev nîşangeha bi pişkdarîya kompanîya Glestêk (Glasstec) a Almanê ku mezintirîn nîşangeha şûşeyan a cîhanê lidar dixe û bi hevkarîya civata veberhênerên şûşê ya Îranê destpê bûye.

Li yekemîn nîşangeha navnetewî ya şûşe û pêşeyên wê li Têhranê, hin şîrketên almanî, fransî, çînî û îtalîyayî pişkdar in.

Ev nîşangeha yê heta 26`ê Tebaxê vekirî be.