Tebax 23, 2017 09:36 Asia/Tehran
  • Destpêbûna sûdwergirtina ji hêzgeha tavî li Refsencanê bi sermayeguzariya kompaniyeke otrîşî

Hêzgeha tavî ya li Refsencanê bi qudreta 1.2 Migavat û bi sermayeguzariya Kompaniyeka KPV a Utrîşî li navça taybete abûrî ya Refsencanê li parêzgeha Kirmanê li başûra Îranê hate çêkirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hemîd Mulanûrî Qayimmeqamê Refsencanê li rêû resma vebûna Hêzgeha tavî ya li vî bajarî got: îran li nav welatên cîhanê welatekî bi hêz û êmine û kompaniyên biyanî ji ber vê êminatiyê dixwazin li Îranê sermayeguzariyê bikin.

Qayimmeqamê Refsencanê got: Ji aliyê dewleta Îranê piştevaniyên baş ji bo sermayeguzariyê têne kirin û jêravahiyên baş bona sermayeguzariyê li parêzgehên curbicure Îranê amade bûne.

Operasiyona çêkirina 6 hlêzgehên tavî yên dinê li Refsencanê destpê bûye.