Tebax 22, 2017 19:37 Asia/Tehran
  • Cabirî Ensarî: Alimên Îslamê rola girîng li sekinîna li hember terorîsmê hene

Alîkarê beşa erebî û afrîqayê ya wezareta karên derve ya Îranê, li dîtina ji navenda kombûna alimên misliman ên Libnanê li Beyrûtê, pêgîrî kir: Alimên cîhana Îslamê, rol û cîgeheka mêhwerî û girîng li şerrê dijî terorîsma siyonîstî û tekfîrî hene.

Hisên Cabirî Ensarî, alîkarê beşa erebî û afrîqayê ya wezareta karên derve ya Îranê, berêvariya sêşemiyê, piştî vê dîtin û seredanê, li civîna hevpar a ligel bi dehan alimên bnavbangên Navenda Kombûna Alimên Misilman li Beyrûtê, pesna cîgeha vê saziyê bona berfirehkirina yekbûna di navbera şîe û suniyan û berxwedana li hember Rejîma Siyonîst û şerrê dijî ramanên tekfîrî da û got: Terorîsma siyonîstî û tekfîrî, wekî du xeterên sereke li cîhana îslamê ne û divê her kes li hember wan bisekine.

Cabirî Ensarî bal kişand ser vê yekê ku tevgerên wehabî û tekfîrî qet têkiliya wan bi Îslamê re tuneye û got: Umeta îslamî, zêde ji her demeka din hewcedara yekbûnê ye û kombûna alimên misilman li Libnanê, yek ji minareyên yekbûna di navbera mezhebên îslamî ye.

Alîkarê beşa erebî û afrîqayê ya wezareta karên derve ya Îranê, herwiha dagîrkirina Filistînê û pêwîstiya berevaniya ji vê gelê, mesela herî girîng a umeta îslamî da zanîn û qedrê rola Kombûna Alimên Misilmanên Libnanê bona zîndîxwedîkirina bîreweriya Filistînê girt.

Ehmed El Zîn, serokê taxima Emînên Kombûna Alimên Misilman ên Libnanê jî li vê civînê qedrê hewldanên Îranê bona piştgîriya ji bereya Berxwedanê lihemberî Rejîma Siyonîst û terorîstên tekfîrî girt û pêgîrî kir: Komara Îslamiya Îranê hertim bi dû yekbûna peyrewên curbicur ên mezhebên îslamî bûye.

Klombûna Alimên Misilman, saziyeka mezhebî li Libnanê ye ku zêde ji 260 alimên sunî û şîe têde çalak in.

Hisên Cabirî Ensarî, alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê, roja duşemiyê jibo hevdîtina bi rayedarên payebilind ên siyasî û mezhebî yên Libnanê, seredana Bêyrûtê kiriye.