Tebax 22, 2017 18:54 Asia/Tehran
  • Lêkolînerê îranî li mêhrîcana zanistî ya Almanyayê cilvilî

Aydîn Nusretî Elemdarî, lêkolînerê ciwan ê îranî, pileya yekemîn a Mêricana Zanistî ya Planên Nûjen a li Almanyayê bi dest xist.

Li gorî rapora IRNA`yê, Aydîn Nusretî Elemdarî, di vê mêhricanê de ku bi beşdariya ciwan û xwendekarên ji 18 welatan hate lidarxistin, bi plana Nasandina kelûpelên Nanoyê ku li avakirina malan bi kar tên, pileya yekemîn bi dest xist.

Mêhrîcana Planên Nûjen ên Almanyayê, di bin çavdêriya Saziya Standardê ya TUV/DiN`ê û zanîngehên bihitbar ên vî welatî û li pişkên curbicur ên wek cotkarî, teknolojiya nanoyê û Robatîkê tê lidarxistin û para zêde ya beşdarên li vê mêhrîcana zanistî, ciwan û xwendekarên ji welatên curbicur e.

Aydîn Nusretî Elemdarî, dersa xwse di çiqa arşîtêktiyê ji zanîngeha Honera Şîrazê li Îranê qetandiye.