Zulfeqarî: Hevkariya Îran û Tirkiyê alîkariya sekinandina grûpên terorstî dike
Alîkarê ewlehî û întizamî yê wezareta karên hundir a Îranê li bara hevhatina Îran û Tirkiyê jibo rawestana li ber gefên hevpar agahî da.
Li gorî rapora Mêhr Newsê, Huseyn Zulfiqarî roja sêşemiyê li kêleka wajokirina reşnivîsa yekim civîna hevpar a Tirkiyê û Komara Îslamî ya Îranê li Têhranê destnîşan kir: Hevdîtinên rayedaran û hevkariyên du welatan dikare alîkariyê bike bo kontrolkirina grûpên terorîstî û sûçkarên ku navbera du welatan hatûçûyê dikin.
Alîkarê ewlehî û întizamî yê Wezareta karên hundir bal kişand ser vê yekê ku Îran û Tirkiye hgefên hevpar ji wan kiryarên terorîstî, madên narkotîk, koçberiya neqanûnî, qaçaxa çek û sîlehan, vexwarinên elkolî, mirov û madên bengîn hene û got: Lidarxistina van civînan jibo hewahengiya jibo rawestana li ber gefan pêwîst e.
Reşnivîsa yekim civîna karkoma hevpar a Tirkiyê û Komara Îslamî ay Îranê roja sêşemiyê ji aliyê Huseyn Zulfeqarî, alîkarê ewlehî û întizamî yê wezîrê karên hundir ê Îranê û Muhterem Înce cîgirê wezîrê karên hundir ê Tirkiyê hat wajokirin.